TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Edliya Santa Mariayê ya DYAyê teqîn çêbû: kesekî xistin binçav

Admin M
Nivîskar
📅 26 îlon 2024 01:46

PeyamaKurd – Şerîfê Ofîsa Santa Barbara County ragihand ku li li eyaleta California DYAyê, di edliya Santa Maria de teqînekî çêbûye. Şerîf ragihand ku mudaxeleyê bûyerê kirine û weha dewam kir:

“Îxbara teqîna li Edliya Santa Mariayê! Ji kerema xwe ji herêmê dûr bisekinin. Ciyê bûyerê bi ewle nîne.”

Hat ragihandin ku kesekî ketiye avahiya edliyê û çentê pişta xwe avêtiye erdê û bi avêtinê re teqîn çêbûye. Polîs kesekî xistiye binçav lê di derbarê mirî û birîndaran de ti agahî tine.

Parve bike: