TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bilindahiyên bajarê Meletiyê berf erdê girt

Admin M
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2023 22:43

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li bilindahiyan berf dibare û hindik maye zora şaredariyan bibe. Li gelek ciyan qaliniya berfê ji 10 cm yan derbas kiriye. Ji bo rê ji ber berfê nên girtin xebatên şaredariyê û rêxistina rêyên bejayiyê bi hev re bê navber dewam dikin.

Bi taybetî li bilindahiya Darende li gundên deverê ji bo berf zêde dibare, hemwelatî banên xaniyên xwe û banên axwurên xwe ji berfê baqij dikin.

Lê zarokên ku ji berfê hezdikin, ew bi kêf bi berfê dileyîzin û ji xwe re ji berfê tiştnan çêdikin.

Parve bike: