TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çewligê, bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû

Ruken güler
Nivîskar
📅 27 gulan 2022 20:46

PeyamaKurd-Li Çewliga Bakurê Kurdistanê, erdhej çêbû. Li gorî daneyên Tîma Rizgariyê ya AFADê,kûrahiya erdhejê bi qasî 4,35 kîlometir e. Rasatxaneya Kandîliyê ya Tirkiyeyê jî mezinahiya erdhejê wekî 4.0 ragihand.

Ji aliyê rayedarên herêmê ve hat ragihandin ku li navçeya Çewligê ya Çermeyê, erdhejeke bi mezinahiya 4.0 çêbûye. Hat ragihandin ku erdhej, îro saet di 15:49an de çêbûye û kûrahiya wê jî bi qasî 4,35 kîlometir e.

Mezinahiya erdhejê, ji aliyê Tîma Rizgariyê ya AFADê ve wekî 4.0 hat diyarkirin lê ji aliyê Rasatxaneya Kandîliyê jî ev erdhej wekî 4.1 hatiye hesibandin.

Di derbarê encama erdhejê ya ziyanî de heta niha agahî nehatine parvekirin.

 

 

Parve bike: