Kurdistan
Li Colemêrgê çûnûhata 5 deveran hat qedexekirin
PeyamaKurd- Parêzgeha Colemêgrê bi sedema operasyonên li dijî PKKê bên kirin, bo 5 deveran çûndin û hatina hemwelatiyan hat qedexekirin. Çûndin û derketina ji van deveran bi îzna hêzên asayîşê ve hat girêdan
Li gor ragihandina parêzgehê devera navenda bajêr, Çelê, Şemzînan û Derecîkê xistine nav deverên qedexekirî. Deverên navborî dê ji siba 29.09.2019 siet ji 00.00.01 ê piştî nîvê şevê heya roja 13.10.2019 siet 23.59.59an bibe “herêmên taybet yên ewlekariyê” û nabe hemwelatî bê îzna hêzên asayîşê here van deveran.