Li Dêrsimê çûn û hatina 29 herêman hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” çûn û hatina 29 herêman, heta dawiya salê hat qedexekirin.
Parêzgeha Dêrsimê, li navenda bajêr û navçeyên wê bi hinceta “di çarçoveya têkoşîna terorê de” operasyonên tên kirin, 29 dever di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de heta dawiya sala 2021an, ji çûn û hatinê re qedexe kir.
Li gor daxuyaniya parêzgeha Dêrsimê, biryara qedexe ji bo parastina can û malên welatiyan û berdewamiya aramiya herêmê wek tedbîr di çarçoveya yasayan de hatiye dayîn.
Li herêma Bali, zozanên Çagrili, herêma Baylik, Karemeşe, Kurutlu, herêma Kutu, girên Tapan û Verguzerê yên ser bi navenda Dêrsim, herêma Aligeçicî, Newala Maden, Girê Mahmut Kopu,Çiyayên Mercan, Çiyayê Sincik, Zozanên Golen, herêmên Karadere, Aslica, Balkayalar, Gayretbaba, Yarpuzlu, taxên Egercî, Eroglu, Doganca yên ser bi navçeya Pulur, herêma Dokuzkayalar û Tavuklu yên ser bi navçeya Qislê û Daristan Kinzir, Newala Kiran, herêmên Pulumurê Kizilmescit, Altinhuseyin ên ser bi navçeya Xozatê wek herêmên taybet ên ewlekariyê hatine ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, li deverên wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin, çûn û hatina xelkê sivîl bo wan cihan hatiye qedexekirin.