TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dersîmê mîn bi zarokan de teqiya: Zarokek mir, yek birîndar bû

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2019 18:06

PeyamaKurd - Li navçeya Pulur a bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, mînek bi zarokan de teqiya.

Li gor zanyariyan ji du zarokên mîn bi wan de teqîyaye, zaroka kurik jiyana xwe ji dest daye û ya keçik jî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneya dewletê ya Dersîmê.

Hat zanîn ku dema zarok li zozanên gundê Bilgeç ê ser bi qezaya Pulurê bûn, mîn bi wan de teqiyaye.

Hêzên ewlekariyê piştî teqînê li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

Parve bike: