TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 20 koçber hatin dersînorkirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 gulan 2022 19:18

PeyamaKurd-Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, 20 koçberên ku bi rêyên dijyasayî derbas bûne, hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku koçber ji bo Meletiyê hatine veguhestin û ji wê derê jî hatine dersînorkirin.

Fermandariya Jendermeyan a Diyarbekirê û Hêzên Ewlehiyê yên şaxên qaçaxvanî û koçberiyê, li Diyarbekirê 20 koçber desteser kirin. Hat ragihandin ku ev koçber bi rêyên dijyasayî derbasî welêt bûne ji ber vê jî ji bo Navenda Paşveşandinê ya Meletiyê hatine veguhestin. Hat zanîn kesek jî bi tawana organîzatoriya qaçaxvaniyê hatiye girtin.

Parve bike: