TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 3 karker di encama qezayekê de bi giranî birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2020 14:00

PeyamaKurd – Di encama hilweşandina qalibê beton ê TOKIyê, li Peyasa Diyarbekirê, 3 karker bi giranî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, do li Peyasa Diyarbekirê ji ber hilweşandina qalibê beton ê avahiya TOKIyê, 3 karker birîndar bûn. Piştî bûyerê, tîmen tendirustiyê hatin û karker rakirin nexweşxaneyê.

Hate destnîşankirin, ku rewşa 2 karkeran giran e.

Parve bike: