TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê 354 malperên cuda hatin qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2020 15:46

PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, di encama operasyoneke çavdêriya civakî û tawanên sîber de, qedexe li ser 354 malperan hat danîn û hatin astengkirin.

Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tawanên Sîber a girêdayî Fermandariya Cendirmeyan, di encama operasyonekê de bi hincetên cuda 354 malper asteng kirin.

Hat zanîn ku hinek ji wan malperan bi hinceta propagandeya PKKê kirine û yên din ji ber karên neyasayî û yên wekî qumarê hatine astengkirin û girtin.

Hat diyarkirin piştî operasyona sîber a Fermandariya Cenderme û tesbîtkirina malperan, ketina wan malperan ji aliyê Saziya Komunikasyon û Teknolojiyên Zanyarî ve hatine astengikirin.

 

Parve bike: