Li du navçeyên Rihayê 9 avahî hatin karantîna kirin
PeyamaKurd - Li bajarê Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê 9 avahî hatin ji aliyê parêzgariyê ve hatin karantîna kirin.
Parêzgariya Rihayê ragihand ku Saziya Tenduristîya bajêr di çarçoveya xebatên li dijî vîrusa koronayê de hinek tedbîrên nû standine û da xuyakirin, li taxa Yenîşehirê ya ser bi navçeya Siwêregê 3, li taxa Ayvanat 2, li taxên Şirinkuyu û Hamidiye yek û li taxa Ahmed Yasevî ya navçeya Haliliye jî di 2 avahiyan de testa koronayê ya hinek kesan pozîtîf derketiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser vê yekê biryar hatiye dayîn li herdu bajarokan 9 avahî heta 14 rojan werin karantînakirin. Parêzgariyê hejmara kesên testên wan pozîtîf derketine eşkere nekir.
Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 139 hezar û 771 kesên pêketina vîrusa korona hatine tomarkirin û hejmara miriyan jî gihîştiye 3 hezar û 841 kesan.