TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê 4 karkerên înşaatê ji ser vîncê ketin û can dan

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2026 21:38

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê karkerên ku avakirina bînayan de dixebitîn 5 kes ji wan ji ser vîncê ketin û ji wan 4 kes mirin û yê din jî bi giranî birîndar bû.

Serokê sendîka karkekeran ya avahiyan Kîvî Bamernî bo Rûdawê ragihandiye ku karker di projeyekî avahiyan de dixebitin, di wexta xebatê de ji bilindahiyê ketine û 4 kes ji wan can dane.

Karker, di wexta qezayê de çend rojin ku karê cama avahiyê dikirin û ji bo otopsiyê cenazan birine morga tiba edlî ya Duhokê.

Navên her 4 kesên di qeza kar de mirine: Sizar Şivan (26,) Umid Hesen (17), Ziyad İbrahim (25) û Reyan Sefer (25) in.

Parve bike: