Li Duhokê bi navê Batîfa qezayeke nû tê avakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Encûmena Parêzgeha Duhokê di civîna xwe ya roja Çarşemê de biryarê li ser avakirina qezayeke nû bide ku bi ser bajarokê Zaxoyê yê bi ser parêzgeha Duhokê ve ye.
Serokê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Encûmena Parêzgeha Duhokê de, Huşyar Gulî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, di qonaxa yekem a damezrandina îadareya serbixwe ya Zaxoyê de, bajarokê Batîfa dê bibe qeza û Komelgeha Bêgova jî dê bibe bajarokeke ser bi wê qezaya nû.
Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdullah jî bernameya karê civîna encûmenê belav kir û da xuyakirin ku Encûmena Parêzgeha Duhokê di civîna xwe ya neasayî ya roja 10ê Sibata 2021an de ku roja Çarşemê tê lidarxistin, wê deng li ser avakirina qezaya Batîfayê bide.