TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê sewat: Tankêrek û 6 otomobîl sewitîn

Admin H
Nivîskar
📅 06 gulan 2019 18:52

PeyamaKurd - Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê agir bi tankêreke mazotê ket.

Li gorî zanyariyan di şewata îro danê nîvro rû daye de 7 otomobîl û tanker şewitîn. Hat zanîn, ziyana şewatê ya dawî tankêra mazotê û ligel wê jî 6 otomobîl in.

Tîmên agirkujiyê xebatên li ser vemirandina agir berdewam dikin. 

Li gorî agahiyên berdest, ziyaneke canî di bûyera şewatê de çênebûye.

Parve bike: