Kurdistan
Li Erzeromê cesedê zilamekî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Yakutiye li taxa Rabiana di kolana Park 2em de cesedê mirovekî hat dîtin. Gewriya cesed hatiye jêkirin û li ser rûdanê hêzên asayîşê kesekî xistin bin çav.
Welatiyên ku di wexta şevê de cesed dîtin, xeberê dan 112an û li ser agahdarkirinê tîmên 112an û polîs çûn ciyê rûdanê. Tîm, di kontrolê de dîtin ku mirov can daye.
Nasnama kesê can daye Erdem Özengiz (45) e. Rêvebirê giştî yê asayîşa Erzeromê çû ciyê bûyerê. Piştî xebata hêzên asayîşê kesê gumanbar yê bi navê N.Ö. (45) di mala wî de girtin.
Gumanbar birin asayîşê û îfadên wî sitendin û paşî li edliyê dadgeriya nobedar ew şand zîndanê.