Li Fenerbahçeyê krîza 'Ala Kurdistanê': Fitbolîstê Kurd hat sandin!
PeyamaKurd – Fenerbahçeya ku yek ji tîmên lîga Tirkiyeyê ye, Ozan Suncakê 18 salî yê ku ji Almanyayê hat transferkirin û îro îmze avêt, dişîne.
Hin parvekirinên medyaya civakî yên futbolîstê ciwanê Kurd ku Fenerbahçeyê 24 saet berê bi wî re peymaneke amatorî ya 3 salan îmze kiribû, bû sedema krîzê.
Hat îdiakirin, Suncak ji ber ku li ser medyaya civakî di bin nivîsa "Ala Kurdistanê" de şîrove kiriye hatiye şandin.
Ala Herêma Kurdistanê him ji aliyê Tirkiyê ve bi fermî hatiye naskirin û him jî ji aliyê welatên cîhanê ve hatiye qebûlkirin.
Hat diyarkirin, di derbarê Suncak de ji ber parvekirinên wî yên li ser Twitterê yên bi zimanê Kurdî di bin posta ala Kurdistanê de nivîsandibû, bi hinceta “propagandaya PKKê dihewîne” demildest biryara betalkirinê hatiye dayîn.
Daxuyaniya Ozan Suncak û şîrketa rêveberiya wî
Lîstikvanê ciwan di hesabê xwe yê medyaya civakî de jî bersiv da hewldanên lîncê yên li hemberî xwe.
Suncak got, “Tu eleqeya min bi nûçeyên li ser medyaya civakî hatine parvekirin re nîne. Der barê îftîrayên ku li min hatine kirin de dê li cihên pêwîst tedbîrên hiqûqî bên girtin."
Di daxuyaniya rêveberiya Ozan Suncak de ev agahî hatin dayîn:
"Em ji we re radigihînin, derbarê îdiayên bêbingeh ên li ser medyaya civakî yên derbarê lîstikvanê me Ozan Suncak de hatine parvekirin de em ê li mafên xwe yên hiqûqî bigerin. Tu eleqeya Ozan Suncak ne ji dûr û ne jî ji nêz ve bi siyasetê re nîne. Ev posta navborî ne ya wî."