TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Geverê minibus û kamyonekî li hev ketin: 3 mirî û 2 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 23:27

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li feleka Geverê ya ser rêya esasî, minibus û kamyonekî li hev ketin. Di encamê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Bi sedema qezayê her dû alav jî wergeriyan. Li ser qezayê tîmên cendirmeyan, îtfaiye û tenduristiyê gihan ciyên qezayê. Di encama kontrola tenduristiyê de dîtin ku 3 kes mirine û 2 kes jî birîndarin. Navên can dayiyan û birîndaran nehatin ragihandin.

Birîndaran birin nexweşxanê û cesedan şandin morgê ji bo otopsiyê.

Parve bike: