Li Girê Spî 48 hezar û 400 ton genim hat dizîn
PeyamaKurd - Berpirsên depoyên genim ên li Girê Spî dibêjin ku piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ketine destê wan koman, 48 hezar û 400 ton ji ceh û genim ji bajarê Girê Spî hatiye dizîn û talan kirin.
Berpirsê depoyên genin yê li Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo ji medya Rojavayê Kurdistanê re gotiye, hemû depoyên li herêmê yên bi ceh û genim tije bûn ji aliyê artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê ve hatine talankirin.
Ebdo da zanîn ku di depoyên El-Dehlîz ê Silûkê de 11 hezar û 400 ton genim, li yê El Sexrat ê Girê Spî 11 hezar ton genim û di her du depoyan de 26 hezar ton ceh hebû.
Ebdo diyar kir ku artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê bi şev girtin ser her du depoyan û hemû ceh û genim talan kirin.
Ebdo destnîşan kir ku çekdarên nêzî depoyên El-Dehlîz rojhilatê bajarokê Silûk rêyek taybet vekirin da ku genim bidizin û bibin Tirkiyê.
Berpirsê dopayan Şêx Mihemed Ebdo ragihand ku çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê tevî wî û malbata wî malên her kesê ku di Rêveberiya Xweser de dixebitin şewitandine û gefên kuştinê li wan xwarine.