Kurdistan
Li Girê Spî du deqîn çêbûn: 2 kesan can da
PeyamaKurd - Li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 2 bombe teqiyan û di encamê de welatiyekî sivîl û endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe canê xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên herêmê bombeyeke paşmayên DAIŞê di malekê de teqiya û xwediyê malê canê xwe ji dest da.
Herwiha teqîneke din jî li heman deverê dema Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayiş) diçûn cihê bûyerê ku welatiyê sivîl rakin rû daye,
Hat ragihandin ku di encama teqîna bombeya duyem de endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe canê xwe ji dest daye û 2 endamên ewlekariyê jî birîndar bûne.
Bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê meha Hezîrana 2015an ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.