Kurdistan
Li gundewarên Licê operasyon hat destpêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarên navçeya Licê ya girêdayî Diyarbekir a bakurê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê operasyonek li dijî endamên PKKê da destpêkirin.
Li gorî zanyariyan, operasyon li sê deverên gundewarên yên Huseynik, Firdês û Pîrik ên Licê dest pê kiriye, lê heta niha ti agahiyeke şer û pevçûnan jî nehatiye belavkirin.
Herwiha hejmareke zêde leşker bo wan herêman hatine veguheztin û rêbendên kontrolê jî li wan deverên operasyonê hatine danîn.