Kurdistan
Li Hekkariya ragihandina “herêmên ewlekariya taybet”
PeyamaKurd- Li navenda bajarê Hekkariya û 4 navçeyên wê bo 15 rojan “heremên ewlekariya taybet” hatin ragihandin. Din ava navçeyan de Çelê, Şemzînan, Gever û Derecîk hene. Bi temamî deverên ku qedexe li ser wan hene 31 in.
Ragihandin bi sedema operasyonên bo ser PKK ê ne. Wexta qedexeyê di 19 ê nîsanê piştî nîvê şevê destpêdike û heya 3 yê gulanê roja înê siet 23.59.59 an dewam dike.