Kurdistan
Li herêma Kurdistanê 55 nexwes bas bûn
PeyamaKurd- Berpirsê tenduristiyê yê bajarê Silêmaniyê Dr. Sebah Nesreddîn di ser hesabê xwe yê facebookê de ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 50 nexwel ji Kovid-19 ê baş bûne û ji nexweşxanê derketine.
Heya niha li Silêmaniyê 2 hezar û 37 kes bi nexweşînê ketine û ji wan 721 kes baş bûne.
Rêvebiriya tendurstiyê ya bajarê Duhokê jî ragihand ku 5 kes ji Kovid-19 ê baş bûne. Li Duhokê heya niha nexweşên ku baş bûne 103 kesin.