TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Êrîş bê sedem e, Herêma Kurdistanê nexwestiye tevlî şer bibe

Admin H
Nivîskar
📅 25 adar 2026 17:34

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî beşdarbûna şîna 6 Pêşmergeyên şehîd di civînede rojnamevanî de axivî û got, "Bi xemgîniyeke mezin, ez sersaxiyê ji xizm û malbatên serbilind ên van şehîdan re dixwazim ku kesên xwe yên herî ezîz ji bo welat feda kirin".

Mesrûr Barzanî ji bo vê xema neteweyî sersaxî ji Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê re xwest. Di beşeke din a axaftina xwe de, daxwaza başbûna bilez ji bo wan Pêşmergeyan kir ku di heman bûyerê de birîndar bûne. Serokwezîr Barzanî, tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemî bizavan ji bo tedawiya wan bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, "Ev şehîdên xedir û xiyanetê ne û ev êrîşa li ser Pêşmergeyan bê sedem hatiye kirin".

Mesrûr Barzanî diyar kir , “Bi saya xwîna van şehîdan, em li welatê xwe bi serbilindî dijîn û Kurdistana me jî ji ber xwîna şehîdên me biqîmet e. Çawa ku xwîna şehîdan tu demekê bê biha neçûye û vê carê jî dê her wisa be”.

Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku, daxwaz û hêviyên şehîdan ji bo serxwebûn û serkeftina Kurdistanê û gelê wê bi cih bên û got, ew dê hemî bizavan ji bo parastina Herêma Kurdistanê bike ku Herêma Kurdistanê nexwestiye tevlî tu şerekî bibe.

Parve bike: