Li Hesekê karesata şewatê: 24 hezar donim erd bû xwelî
PeyamaKurd - Gerînendetiya Çandiniyê ya Parêzgeha Hesekê rapora karesata şewatên li ser zeviyên çandiniyê weşand.
Rêveberiyê ragihand ku ji destpêka dansala çînînê heta îro 5ê Tîrmehê, 24 hezar û 144 donim erdên çandiniyê bi temahî şewitîne.
Li gorî daneyên raporê, zirara herî mezin gihîştiye zeviyên genim ku tê de 18 hezar û 909 donim (7 hezar û 330 avî, 11 hezar û 579 bejî) bûn xwelî.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 hezar û 758 donim ceh, hezar û 713 donim reşreşik, 380 donim nîsk, 308 donim gijnîj, 20 donim culeban, 22 donim fûl, 15 donim yansûn, 8 donim sewze û 15 donim zeviyên pembo di nav agir de mane û ziyaneke mezin a aborî li pey xwe hiştine.
Tevî şewatên mezin ên li seranserê zeviyên dexlûdan, zirarên pir mezin gihîştine darên berhemdar, daristanên zeytûn û tirî û binesaziya avdaniyê ya herêmê.
Di raporê de hat destnîşankirin ku xirtûmên avê, torên serekî yên avdanê, avrêjên çandiniyê û bi sedan çewalên kayê bi temamî şewitîne û ji kar ketine. Di heman demê de hat ragihandin ku li bajarokê Girbawî, amûreke çandiniyê ya patozê ya bi tîpa "975" di dema karkirinê de şewitiye.