TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewîceyê 4 terorîstên DAISê hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2020 20:45

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarokê Hewîce yê parêzgeha Kerkûkê 4 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.

Endamê komîsyona asayişê ya encumena bajarokê Hewîce Ehmed Xurşîd ragihandiye ku îro Pêncşemê danê sibê 4 terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku ew terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên îstixbarata Iraqê ve hatine girtin ku demeke dirêj di nav DAIŞê de bûne û beşdarî gelek çalakiyên terorî bûne.

Parve bike: