Li Hewlêrê 20 tabelayên ne Kurdî hatin daxistin
PeyamaKurd - Şaredariya Hewlêrê biryara ku bikaranîna zimanê kurdî li ser tabelayên kargeh û cihên kar dike mecbûrî, xist meriyetê.
Di roja ewil a kontrolên li Kolana Tîmûra ya Taxa Teyrawayê de, tîmên şaredariyê 20 tabelayên ku bi zimanê kurdî nehatibûn amadekirin daxistin.
Rêveberê Şaredariya Herêma Yekem Senger Muhammed da xuyakirin ku armanca wan ew e ku hem zimanê dayikê biparêzin û hem jî dîmenekî nûjen û rêkûpêk bidin bajêr.
Di serdanên ku bi piştgiriya polîsên şaredariyê û tîmeke taybet a ji 15 kesan pêk tê de hat kirin, hate ragihandin ku divê zimanê kurdî li ser tabelayan wekî zimanê bingehîn hebe û zimanên din jî tenê wekî zimanê duyemîn werin bikaranîn.
Şaredariyê hişyarî da ku kontrol dê li seranserê bajar bidomin û li hemberî kesên ku guh nedin yasayan dê cezayên hişk bên birîn.