TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Diyarbekirê tabelayên bi Kurdî hatin rakirin!

Admin V
Nivîskar
📅 12 nîsan 2018 12:58

PeyamaKurd- Li Diyarbekirê tabelayên du zimanî yên ku li ser rêyan, aliyan tarîf dikin; hatin rakirin û li cihê wan, tenê yên bi zimanê Tirkî hatine danîn.

Qayyûmê Şardariya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê, berî niha jî nîşan û tabelayên Kurdî ji nava bajêr rakiribûn. Êdî niha tabelayên ku  rê û aliyan nîşan didin, têne rakirin.

Tabelaya ku li serê, Yeniköy Mezarlığı / Goristana Yenîkoyê dinivîsand hate rakirin û di cihê wê de tenê Yeniköy Mezarlığı hate danîn.

Dîsa tabelaya ku li serê Mardin/Mêrdîn û Batman/Êlih dinivîsand hat rakirin û di cihê wê de tabelaya ku tenê Mardin û Batman hate danîn.

Parve bike: