Kurdistan
Li Hewlêrê leskerekî Hevpeymaniya Navdewletî jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ragihand ku leşkerekî wan li Hewlêr li dûrî û şer û pevçûnan jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya îro Sêşemê ya Hevpeymaniyê de tê gotin, serbazekî wan li Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye û li ser awayê mirina wî jî hat diyarkirin: "Derbarê sedema mirina wî leşkerî de lêkolîn tê kirin û em guman nakin ku bi koronayê miribe."
Hevpeymaniyê got, "Ji siyaseta Hevpeymaniya Navdewletî ye ku nasnameya kesê qurbanî belav nekin, heta kesên nêzîkî wî ji mirina wî bên agahdarkirin."