TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê, proseya dengdayînê dest pê dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 gulan 2023 19:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di 5ê Gulana 2023yan de ango sibê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, proseya dengdana ji bo Hilbijartinên Giştî yên Serokomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê, dest pê dike.

Di agahiyên li ser vê proseyê de hatin dayîn de hat eşkerekirin ku proseya dengdanê ku dê sibê li Hewlêr, Bexda û Besrayê dest pê bike, dê 3 rojan berdewam bike.

Her wiha hat diyarkirin ku ji 5 hezar û 738 dengdêrên ku li Iraqê dijîn û mafê wan ê dengdanê heye, 3 hezar û 834 dengdêr li Hewlêrê ne.

Hat diyarkirin ku dê li Hewlêrê 2 sindoq, li Bexdayê sindoqek û li Besrayê sindoqek bên danîn û dengdan dê li gorî saeta herêmî di navbera saet 09:00 û 21:00an de berdewam bike.

Her wiha hat ragihandin ku herdu sindoqên ku li Hewlêrê bên danîn, dê li avahiya Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê bin.

Parve bike: