Kurdistan
Li Hîzan a bajarê Bedlîsê sîlih hatin girtin
PeyamaKurd- Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê li navçeya Hîzanê di dema ku cendirme kontrolan dikir de di 3 erebeyan de sîlih û muhîmmatên wan hatin girtin. Li gor ragihandina parêzgehê di her sê erebeyan de 5 kleşnîkov, 17 jarjorên wan, sîlihekî lûledirêj bi 4 jarjorên xwe ve, 1294 fişek, 25 fişekên demançê û êlekê êrîşê hatin desteserkirin. Di heman wextê de 6 kesên gumanbar hatine girtin.
Li derbarê her 6 kesan de, bi sedema muxalefeta qanûna sîlihan, alîkariya rêxistina terorê, ji aliyê serodozgeriya navçeya Hîzanê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Kesên hatine desteserkirin kî ne, navên wan çi ne, nehat ragihandin.