Li Îlamê brûskê 2 kesan kuşt, 3 kes birîndar bûn û gelek heywan telef bûn
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Îlamê li deverên cuda brûskê li 5 kesan û hinek heywanan xist. Di encamê de 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn û gelek heywan mirin. Bi taybetî li navça Dehloranê bi sedema brûskê gelek heywan mirin.
Li bajarokên Bedre û Eywanê di bûyerên lêdana brûskê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Rêvebirê Rewşa Lezgîn yê Zankoya Zanista Tenduristiyê yê Îlamê Mehdî Şabanî agahiyê da û got li bajarê Bedre li dora gundê Abehrî Sufla, brûskê lê daye û 2 kesên 45 û 50 salî mirine. 2 kesên temenên wan 50 û 55 jî birîndar bûne.
Li bajarê Eywanê, li navça Zerne li gundê Miandrî car din di lêdana brûskê de xortekî 27 salî birîndar bûye.
Rêvebirê îdara krîzê yê bajarê Îlamê Ali Muhammed Pakdilnejad, ragihand ku li bajarê Bedre, li navça Hindmini li bilindahiya wê brûskê lê deverekî daye û hinek kes bandorê ji brûske dîtine.
Pakdilnejad, ragihand ku li ser bûyerê tîman şandine deverê lê di destê wan de heya niha li ser mirî an birîndaran agahî nînin.
Li bajarê Îlamê li navça Dehloranê brîskê lê daye û gelek heywan mirine. Li ser jimara heywanên mirî heya niha ti rêje di dest de nîn in.