TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îmaratê xwendekarekî Kurd xelata Neteweyên Yekbûyî wergirt

Admin L
Nivîskar
📅 25 îlon 2021 14:37

PeyamaKurd – Li Îmaratê, xwendekarekî Zanîngeha Soranê, xelata dîplomasiya berceste ya Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî wergirt.

Xwendekarê pola çarem a beşa zimanê Îngilîzî yê li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Soranê Mihemed Nazim, beşdarî Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî bû û piştî pêşkêşkirina gotar û encamdana çendîn hevdîtinan, weke dîplomatê berceste yê konferansê rêz lê hate girtin.

Li ser vê mijarê Mihemed Nazim daye zanîn, di konferansê de Xelata Dîplomasiya Berceste (Outstanding Diplomacy Awar) wergirtiye, ku xelata duyem a konferansê ye.

Nazim eşkere kiriye, ev konferans her sal birêve diçe û Neteweyên Yekbûyî piştevaniya wê dike. Herwiha destnîşan kir ku di konferansê de mijarên girîng ên cîhanê hatine gotûbêjkirin û ew jî weke nûnerê Kurdan bi cil û bergên Kurdî beşdar bûye.

Ji roja 17 heta 20ê Îlona 2021ê, bi amadebûna zêdetirî 200 xortên ji seranserê cîhanê, li welatê Îmaratê bajarê Dubey, Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî bo Ciwanên Ereb birêve çû.

Parve bike: