Kurdistan
Li Iraq û Kurdistanê gesta ji balafirgehan a bê karta derziya korona hat qedexe kirin
PeyamaKurd - Desthilata Balafirvaniya Sivîl ya Iraqê li ser geştên ji balafirgehan biryar da ku bêyî karta derziya koronayê destûra geştê ji bo welatiyan nayê dayîn.
Desthilata Balafirvaniya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir; ji destpêka meha bê ve, her geştyarê karta derziyê pê re nebe, rê nayê dayîn ku ji balafirgehê ve geşta xwe bike.
Li gor rênimayên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, her kesê du dozên derziyê werbigre, karta zîrek a derziya korona jê re tê dayîn. Li ser karta zîrek barkodek heye û li hemû welatan tê qebûlkirin.