TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Iraqê hikûmet bêyî Serok Barzanî ava nabe

📅 19 gulan 2018 04:10

PeyamaKurd - Piştî hilbijartina Iraqê û eşkerebûna encaman derket holê ku kîjan senaryo dibe bila bibe Serok Barzanî di hemûyan de xwedî rola serekî ye.

Di hilbijartina Iraqê de Muqteda Sedr bi ser ket û Hadî Amirî jî bû duyem, Emmar El Hekîm jî dengekî baş bi dest xist.

Malikî û Îbadî jî ew rêjeya ku dihat hêvîkirin bi dest nexistin lê dîsa jî xwedî hêzekê ne.

Halê hazir li Iraqê kîjan senaryo dibe bila bibe vedigere tê bal PDKê û Serok Barzanî.

Şêwirmendê Serok Barzanî, Hêmin Hewramî jî li ser hesabê xwe yê resmî yê Twîtterê ev yek eşkere kir û şiroveya "Li Iraqê kîjan senaryo dibe bila bibe bêyî PDKê hikûmet nayê avakirin."

Wek tê zanîn li Iraqê wek adet Serokkomarî bo Kurdan, Serokwezîî bo Şîiyan û Serokatiya Meclisê jî bo Sunniyan dibe.

Wek din jî hikûmet bi beşdariya hemû aliyên Iraqî tê avakirin.

Parve bike: