TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Iraqê ji ber bahoza tozê karên saziyên hikûmetê hatin rawestandin

Admin L
Nivîskar
📅 16 gulan 2022 14:02

PeyamaKurd – Li Iraqê li çend parêzgehan, ji ber pêleke din a bahoza tozê karên saziyên hikûmetê hatin rawestandin. Rêveberiya Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê jî geştên xwe yên asmanî sekinandin.

Li Parêzgehên Kerkûk, Wast, Bexda û Babilê ji ber bahoza tozê ya dijwar û kêmbûna asta dîtinê, dewama fermî li saziyan hat rawestandin.

Wezaretên perwerde û xwendina bilind jî, hemû ezmûnên dibistanan û zanîngehan bi paş xistin.

Herwiha Rêveberiya Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê rawestana geştên esmanî ragihand, ji ber ku bahoza tozê asta dîtinê 300 metrî kêm kiriye.

Parve bike: