TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kelarê teqîn çêbû: 3 kesan can dan, kesek jî birîndar bû

Admin L
Nivîskar
📅 17 hezîran 2022 15:31

PeyamaKurd – Li bakurê navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kesan can dan, kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, dengê teqîna otomobîlekê li Kelarê hat bihîstin û tê gotin dronekê otomobîlek kiriye armanc.

Hat zanîn ku di bûyerê de 3 kesan can dane û birîndarek jî rakirine nexweşxaneyê.

Herwiha hat ragihandin ku bûyer li nêzîk sayloya Kelarê çêbûye û dronekê otomobîleke Ford kiriye armanc.

Parve bike: