TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kercewsê mîdîbus wergeriya: 3 mirî û 5 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 19 nîsan 2022 00:59

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Kercewsê mîdîbusa ku rêwiyan dibir wergeriya û di encamê de 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina ciyên pêwendîdar tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Her 5 kesên ku birîndar bûn, wan bi ambûlansan birin nexweşxana Kercewsê û nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.

Navên mirî û birîndaran nehat ragihandin.

Parve bike: