TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kobanî 10 biryarên nû bo koronayê: Çûnûhatin hat qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 tebax 2020 13:54

PeyamaKurd - Piştî ku yekem haleta pêketiyê kobaniyê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat tomarkirin, Rêveberiya Xweser çend biryar û rênimayên xweparastina ji vîrûsa koronayê der kirin.

Ji bo rêgirtina belavbûna vîrûsê û li Kobaniyê, Şaneya Aloziyê ji bo 10 rojan biryarên nû derxistin ku ji 8ê Tebaxê heta 18ê Tebaxa 2020an dê wirin bicihkirin.  

Biryarên ku hatine standin wiha ne:

- Çûnûhatin di navbera Kobaniyê û herêmên de qedexe ye. Tenê rewşên nexweşiyên giran, madeyên tendirustî û tankerên petrolê, madeyên xwarinê û rêxistinên mirovî ji biryarê der in.

- Kombûn li tevahî holên şahî, werzîş, qehwexane, parkên giştî û taybet qedexe ye.

- Xwaringeh tenê li ser pêkanîna xwastekên derve û li gorî şertên aştiya giştî dixebitin.

- Lidarxistina baweriyên olî li cihên perestgehan mîna nimêj û mewlûdan qedexe ye.

- Lidarxistina konê sersaxiyê qedexe ye.

- Serdana li nexweşxane û girtîgehan qedexe ye.

- Xebata perwerdê li tevahî dibistan, dayîngeh, baxçeyên zarokan, peymangehên taybet û akademiyan qedexe ye.

- Hejmara karkeran li saziyên Rêveberiya Xweser li gorî pêwîstiyê tê kêmkirin. Ji bilî saziyên ku karên wan her tim pêwîst e.

Li gorî amarên dawî li Rojavayê Kurdistanê heta niha  101 kes bi vîrusa korona ketine û 4 kesan jî can daye ku ji ber kêmbûna derfetan metirsiya zêdebûna wan hejmaran heye.

Parve bike: