Li 25 eyaletên Îranê çûnûhatin hat qedexekirin
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê ISNAyê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê de, biryar hatiye dayîn ji sibe pê de çûnûhatina bi otomobîlên taybet di navbera 25 eyaletên Îranê de were qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rûbirûbûna Koronayê Huseyin Zulfîkarî, Tehran û Elborz û Rojhilatê Kurdistanê jî di nav de qedexeya çûnûnê bo 25 eyaletan hatiye ragihandin.
Hat diyarkirin ku qedexe sibe 2yê Mijdarê li demjimêr 12:00 dest pê dike û roja înê heta demjimêr 24:00ê şevê berdewam dike.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî doh ragihandibû ku wê rêkarên nû bo rûbirûbûna koronayê werin wergirtin û kargehên neçarî bo wan nîne jî 10 rojan girtî bin.
Hejayî gotinê ye, di 24 saetên borî de li Îranê 434 kesên din ji ber Koronayê mirin û 7 hezar û 719 kesên din jî pê ketin.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta tenduristiya Îranê hejmara pêketiyên koronayê li eyaletên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gihîştiye 620 hezar û 491 kesan û heta niha 35 hezar û 298 kes jî mirine.