Li Kurdistanê divê xutbe ji 20 deqeyan derbas nebe
PeyamaKurd- Şêx Îbrahîm Berzencî yê ku serokê komîsyona xutbeyan ya wezareta diyaneta Kurdistanê ye, ragihand ku berê biryar hatiye dayîn da muddeyê xutbeyan ji 20 deqeyan derbas nebe lê hinek îmam vê biryarê bicîh naynin. Berzencî mijarê bo Rûdawê weha ragihandiye:
“Di sala 2016an de, bo xutbe bi awayeka aram bê pêşkêşkirin, me di bin serikên 16 xalan de biryaran da. Yek ji wan jî muddeyê xutbê ye ku divê ji 20 deqeyan derbas nebe. Biryar di 10 ê gulan a 2017an de hat tetbîqkirin lê hinek îmam û waiz li pey vêbiryarê neçûn. Komîsyoneka me heye ku naveroka xutbeyan tesbît dike. 6 seydayên me ku tecrubeya wan li dora 30 sala ye, di komîsyonê de ne. Naveroka xutbeyan li gor rojên netewî, olî, rojên girîng yên Neteweyên Hevgirtî, bûyerên girîng ku di nav milletê me de qewimîne û qiyasên din tên tesbîtkirin.”
Berdevkê wezareta diyanetê Nebez Îsmaîl jî radigihîne ku divê dengê hoperloran yên temamê îbadetxaneyan bi qederê ku xelkê aciz neke bên eyarkirin û ne di ser desîbeya ku bo wan hatiye dayîn be. Nebez îsmaîl weha dewam dike:
“Kesên ku ji dengên bilind acizin dikarin giliyên xwe bo me bikin. Me di vê mijarê de bo temamê mizgeft û perestgehan hişyarî daye. Em bo projeya pêkvejiyana di Kurdistanê de û aştiya civakî, projeyên xwe dewam dikin û dixwazin di Kurdistanê de 500 îbadetxaneyên dîrokî bo tûrîzma baweriyê vekin. Li Kurdistanê 5 hezar û 556 mizgeft, 166 dêr û 400 perestgehên Êzîdiyan hene.”