Kurdistan
Li Londonê Kongreya Azadiya Îranê dest pê kir: Navê PJAKê ji nav beşdaran hat derxistin
PeyamaKurd - Partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo nîqaşkirina pêşeroja Îranê û Kurdistanê, li ser vexwendina Kongreya Azadiya Îranê li Londonê civiyan. Lê belê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku her çend bi fermî hatibûn vexwendin jî, di kêliya dawî de navê nûnerên wan ji lîsteyê hatiye derxistin.
PJAKê bi daxuyaniyeke tund ev helwest şermezar kir û organîzatorên kongreyê bi "nedemokratîk" û "neşefaf" bûnê tawanbar kir.
PJAK di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser "destên veşartî" û îdia dike ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Komala di derxistina wan de rol lîstine. Tê payîn ku ev kongre du rojan (28-29ê Adarê) berdewam bike.