Kurdistan
Li Meletiyê pevçûn: 1 mir û 1 birîndar
PeyamaKurd- Li bajarê Meletiyê li navçeya Yeşilyurdê di navbera dû grûban de pevçûn derket û di encamê de kesekî mir û yekî din jî birîndar bû. Li gor agahiyan di navbera her dû aliyan de ji berê de dijminahî hebûye û di kolanê de leqayê hev tên. Bi niqaşê dest pêdikin û paşî bi sîlihan lihev dixin. Di pevçûnê de du kes birîndar dibin.
Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîs tên ciyê bûyerê. Birîndarekî dibin nexweşxaneya Meletiyê ya Perwerdê û Lêkolînê û ew birîndar li wê derê dimre. Birîndarê dinê dibin nexweşxane ya Navenda Tibê ya Turgut Özal.
Kesên ku tevî bûyerê bûne ji aliyê polîsan de hatiye girtin û li nexweşxaneyan tedbîrên ewlehiyê hatine dîtin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.