TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletiyê trênê pêl otomobîlê kir: Ajokarê 17 salî mir

Admin H
Nivîskar
📅 12 gulan 2024 11:56

PeyamaKurd - Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê dema trên derbas dibû otomobîlek kete ser rêya hesinî û trênê lê xist.

Di bûyera ku li Dîlek a Meletiyê li ser rêya hesinî de rû daye de, otomobîl ji ber lêdana trênê xisareke mezin dît û ajokarê wê yê 17 salî jî can da. Termê ajokar bo morga Saziya Tiba Dadî ya Meletiyê hati veguhestin.

Otomobîla ku trênê lêda bi qasî 100 metreyî kaş bû. Trên ji bajarê Sêwazê bi rê ketibû ji ser Meletiyê ve diçû.

Parve bike: