Kurdistan
Li Mêrdînê pey elektrîkê de ava gundiyan jî hat birin
PeyamaKurd- Ev du meh zêdeye ku li bajarê Mêrdînê li navçeyên Nisêbîn, Qoser, Dêrik û Artûklûyê dewlet elektrîkê nade gundiyan û elektrîka wan biriye. Rêxistina belavkirina elektrîkê DEDAŞ sedema birîna elektrîkê deynê cotyaran nîşan dide. Cotyar jî dibêjin ku DEDAŞ bi kêfa xwe bo wan miqdarê elektrîkê datîne, fatûrayên wan zêde ne û di şûna fatûrayan de, bi desta bo wan miqdarê pera dinvîsin.
Cotyar dibêjin ku piştî çinandina genim di şûna genim de wan lazût an ku misir çandine û nikarin avê bê elektrîk bidin lazûtên xwe.
Ew ava ku bi elektrîkê ji bîran dikşînin jî bi sedema birîna elektrîkê an kêmkirina fazekî elektrîkê nikarin ava xwe temîn bikin û bê ava vexwarinê mane.