Kurdistan
Li Mêrdînê zilamekî hat kustin
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Artûklûyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û bi sîlihan lihev xistin. Di encamê de yek hat kuştin. Bûyer li gundê Girherînê çêbû.
Di serê bûyerê de di navbera du kesan de munaqaşe dertê û dibe şerê sîlihan. Kesê bi navê K.A. yê 41 salî birîndar dibe û ambûlans wî dibe nexweşxane ya Qoserê ya dewletê. Birîndar li wê derê dimre. Mirovên kesê kuştî diçin nexweşxanê û polîs tedbîrên tund li nexweşxanê digre.
Hêzên cendirmeyan jî li gund tedbîran digre da bûyer zêde nebe. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.