TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê heya 15 rojan hemû xwepêsandan hatin qedexekirin

📅 21 tebax 2019 15:31

PeyamaKurd Li bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan bi hinceta ewlekariyê hemû cure çalakiyên cemawerî hatin qedexekirin.

Walîtiya Mûşê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina ewlekariyê û rêgiriya bûyerên muhtemel ji îro (21ê Tebaxê) heya  4ê Îlonê de, hemû cure xwepêşandan, çalakî, civîn, mîting, meş, vekirina konan, belavkirina belavokan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, mebest bi vê qedexeyê berterefkirina planên êrîşênmu htemel ên terorê, parastina ewlehiya netewî û rêgiriya dijî tawanan e.

Parve bike: