Kurdistan
Li nav kuçê xwediyê kargehê li astengdarekî xist lê di encamê de çû zîndanê
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li Bûlwara Ataturk astengdarê ku ji xwe re parfuman difrot û debara xwe dikir yê bi navê Sinan Ö. li gor hatiye gotin; li pêşiya kargeha ku kebab çêdike, ji ber muşteriyen xwaringehê aciz kiriye, xwediyê xwaringehê A.K. di nav kuçê de bi şeqaman li Sinan Ö. dixe.
Rûdan ji aliyê hinekan de bi kamera telefonê qeyd kirine û xistine ser medyayê. Serdozgeriya bajarê Rihayê xwedî li bûyerê derket û polîs li ser bûyerê A.K. xist bin çav û bi sedema ku “bi zanîn kesekî dinê birîndar kiriye”, wî şandin zîndanê.