TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Navça Hezroyê cesedê kesekî 84 salî di nav arazî de peçekirî hat dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2023 02:52

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Hezroyê li gundê Dadaşê cesedê zilamê bi navê F.D. yê 84 salî di nav erd de perçekirî hat dîtin. Kesên cesed dîtin agahiyê dan hêzên dewletê û tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Piştî serdozger li ciyê bûyerê lêkolîna xwe kir, cenaze şand Diyarbekir Tib a Edlî ji bo otopsiyê. Lêpirsîn dewam dike.

Parve bike: