TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Sêwerekê xalata înşaatê qetiya: 2 karker mirin

Admin M
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2026 22:10

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê li taxa Dîcle dema karker boyaxa derveyê avahiyê dikirin, xalata îskelê qetiya û di encamê de 2 karker ji qata 5an ketin jêr û giran birîndar bûn.

Karkerên bi navên Muhammed Mustafa Toruntay (18) û Muhammed Kızılkan (19) dema xalata îskelê qetiya ketin jêr. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û her du birîndarên navborî birin nexweşxanê.

Li nexweşxana dewletê ya Sêwerekê Toruntay û Kızılkan can dan. Lêkolîna li ser qeza înşaatê dewam dike.

Parve bike: