Kurdistan
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê teqîn: 3 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd - Îro Yekşemê danê nîvro li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê teqînekê rû da û 3 zarok birîndar bûn.
Hat zanîn ku zarokê taxê ji bo xwe germkirinê zibil û sergo pêxistine û di wê navberê de parçeyek madeya ku nehatiyê zanîn avêtine ser agir û teqîn çêbûye.
Di encama teqînê de zarokên bi navên Davut Yildirim, Mustafa Solmaz û Furkan Tekîn birîndar bûn û ambûlansan ew veguhestin Nexwaşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ku rewşa yek ji zarokan giran e.