Li navenda Amêdiyê projeyeke mezin a gestiyariyê tê çêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li navçeya Amêdiyê ya Duhokê ku devereke girîng a turîzmê ye, projeyeke mezin a geştiyariyê tê çêkirin.
Berpirsê ragihandina geştûguzara Amêdiyê Hikmet Abid daye xuyakirin ew proje li cihê xaniyên apartman tê çêkirin û bo turîzmê ew dever têne veguhestin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Abîd gotiye, “76 malbat di avahiyên Sike de niştecih bûne û ew malbat hatin qerebû kirin. Ji her malbatekî re parselekî erd û hinek jî pare hatiye dayîn, ku wî cîhî vala bikin û di cihê wan de jî projeyeke giring a geştyariyê li ser navê geştûguzar a Amêdiyê were çêkirin.”
Hikmet Abid daye zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di helmeteke mezin a geştyariyê de ye û niha bi biryara hikûmetê ew malbatên di bîna û avahî û saziyên hikûmetê de niştecih in, dê vala bikin û di di cihê wê de dê bên qerebû kirin û ew cih ji bo projeyeke geştyariyê sûd jê bê wergirtin.”